Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Di pêşengtiya platforma ‘Xêr Nehatî Erdogan’ a vexwendina Serokkomarê Tirk Erdogan a ji aliyê dewleta Elman ve bi xwepêşandaneke girseyî hate protestokirin.
Di xwepêşandana girseyî ya protestokirina Erdogan a di pêşengtiya platforma ‘Xêr Nehatî Erdogan’ a li paytext Berlîn a Elmanyayê hate kirin, ala mezin a PKK’ê hate vekirin.
Yek ji rojnameya Elmanya Neus Deutschlanê îro bi manşêta, 'Ne bi xêr tê Erodgan' derket.
Tevgera Jinên Kurd û Dîwana Hevserokatiya KCDK-E jibo ciwanê Kurd Umît Acar ê li Elmanyayê bedana xwe da ber agir daxuyanî da.
Gerîla TV dîmenê çalakiya sekvanî ya gerîlayên YJA-Star li girê Elîşer ê navçeya Gever a Colemêrgê weşand ku di çalakiyê de leşkerek hatibû kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand du gerîlayên bi navê Piling Mardîn û Rojhat Batman 29'ê Tebaxê li Hatayê şehîd bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên sekvaniyê yên li dijî leşkerên artêşa Tirk a li herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê de 2 leşker hatine kuştin, li Şemzînanê jî kontrayek hatiye cezakirin.
Navenda Ragihadinê ya YPG’ê ragihand ku li navçeya Şera, Cindirês û Bilbilê yên Efrînê di çalakiyên şervanên wan de 3 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.
Şervanên QSD’ê di çarçoveya Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Dawîkirina Şerê Terorê’ de li eniya El Sûse ketin gundê El Sefaqiye.
Li Japonyayê piştî bahoza Jebî ku bûbû sedama hilweşînin giran niha jî gefê bi bahoza nû ya bi navê Tramî dixwe.