Li Berlînê xwepêşandana girseyî ya ‘Erdogan naxwazîn’
Di pêşengtiya platforma ‘Xêr Nehatî Erdogan’ a vexwendina Serokkomarê Tirk Erdogan a ji aliyê dewleta Elman ve bi xwepêşandaneke girseyî hate protestokirin.
Di pêşengtiya platforma ‘Xêr Nehatî Erdogan’ a vexwendina Serokkomarê Tirk Erdogan a ji aliyê dewleta Elman ve bi xwepêşandaneke girseyî hate protestokirin.
Çalakiya ku piranî welatiyên Elman pêk dihat a bi hezaran tevlî bûn, dirûşmên ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Bicehenime Erdogan’ deng veda.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê ji duh ve li paytexta Elmanya Belînê ye, danê sibê jî ji aliyê Serokkomarê Elman Frank Walter Steînmeîer ve hate ba hev. Erdogan ê tevî hemû nerazîbûnê muxalîf û raya giştî hate mêhvankirin, bi Serokwezîra Elman Angela Merkel re jî civiya.
Li Qada ‘Potsdamer Platz’ a nêzî otela Erdogan lê hatî mêhvankirin, di saetên şevê de bi hezaran welatî hatin ba hev û dest bi meşê kirin. Xwepêşandan bi pêşengtiya platforma ‘Erdogan Nat Welcome’ ‘Xêr Nehatî Erdogan’ ya bi tevlîbûna bi dehan sazî û organîzasyonan pêk tê ve hate destpêkirin.
‘BILA ERDOGAN LI DAN HAAGÊ BÊ DAREZANDIN’
Mitînga ku li gel Kurdistanî û Tirkiyiyan welatiyên Elman jî bi zêde tevlî bû, dewleta Elaman a Erdogan kire mêhvan bi tundî şermezar kir.Di axaftinên mîtîngê de hate kirin bal kişandin ser sûcên Erdogan ên kirî, ji bo Erdogan li dadgeha şer a navneteweyî ya li Den Haagê ye bê darezandin daxwaza girtinê kirin.
Meşa ku di serî de Partiya Çep, gelek komên ji tevgera çep a Elman, sendîka û organîzeyan jî destek kir de, ci bi cih hewldanên provakatîf ên polîsên Elman bal kişand. Di rêzên pêş ên ala mezin a PKK, dîsa YPG/YPJ’ê hatin vekirin de parlemeterê Elman, parlemeterên sirgûnkirî yên HDP’ê jî cih girtin.
Meşa ku dirûşmên ‘Terorîst Erdogan’, ‘Bicehenime Erdogan’ û ‘Em te naxwazin’ mohra xwe lê da,tê payîn ku li pêşiya qeser serokkomariyê ya Erdogan lê hatî mêhvankirin bi dawî bibe.