Nasnameya du gerîlayên şehîd hate ragihandin

 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand du gerîlayên bi navê Piling Mardîn û Rojhat Batman 29'ê Tebaxê li Hatayê şehîd bûne.

Di daxuyaniya malpera HPG'ê de operasyona 29'ê Tebaxê ya li Hatayê û çalakî bi berfirehî têne vegotin. Li gorî daxuyaniyê li navçeya Payasê ya Hatayê li bejahiyê di anvbera artêşa Tirk û hêzên gerîla de şer derket û gelek leşker hatin kuştin.

HPG'ê got di şerê navborî de du gerîlayên bi navê Rojhat Batman û Piling Mardîn şehîd bûne.

Derbarê şer û jiyana têkoşînê ya gerîla di daxuyaniyê de HPG'ê got:

''29'ê Tebaxa 2018'an saet 18.40'î li bejahiya Payasê ya Hatayê artêşa TC'ê ya dagirker operasyon dabû destpêkirin.  Hêzên dagirker bi balafirên şer û helîkoptêrê êrîşê qada operasyonê bi zêdeyî bombe kir. Piştî bombekirinê yekîneyên dijmin û ku li qadê dest bi lêgerînê kir li rast hêzên me hat û di navbeyna hêzên me yên gerîla û artêşa dagirker de şer derket. Di şer de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin û birîndar bûn, hijmara kuştî û birîndaran diyar nebûn. Li dijî hêzên dijmin hevrêyên me Rojhat û Piling heta guleya xwe dawî bi lehengî şer kirin û şehîd bûne. 30'ê Tebaxê saet 06.00'an hêzên me yekîneyeke dijmin kirine hedefa xwe. Derbeke serkeftî li yekîneyên dijmin hate xistin, ji leşkerên dijmin çen hatin kuştin û çend birîndar bûn, diyar nebû.

Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ye:

Nasnav: Rojhat Batman
Nav û Paşnav: Yilmaz Aydemîr
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik - Bav: Kismet - Ekrem
Cih û Demê Şehadetê: Hatay / 29’ê Tebxa 2018’an

Rojhat – Yilmaz Aydemîr

Nasnav: Piling Mardin
Nav û Paşnav:  Abdulhamît Ozbahçecî
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdin
Navê Dayik - Bav: Tirkiye - Îsmaîl
Cih û Demê Şehadetê: Hatay / 29’ê Tebxa 2018’an

Piling – Abdulhamît Ozbahçecî

ROJHAT BATMAN

Hevrêyê me Rojhat Batman ku 1981'ê li Êlihê li nav malbateke welatparêz jidayik bûyî li gel hemû polîtîkayên asîmîlasyon û zextê yên dijmin bi rêçeke sernetewîn mezin bûye û di temenê ciwna de Tevgera Azadiyê nas kiriye. Hevrê Rojhat ku 1999'an bi tevlêbûna nav refên gerîla li dijî dijminê faşîst têkoşîna aktîf dayî, di jiyana xwe ya gerîla de, ji Heftanînê ta bi Zagros, Qendîlê bi gelek peywiran rabûye û di nav hemû şert û meran de bûye xwedî kedeke mezin û fedakariyê. Hevrêyê me Rojhat li dijî faşîzma dagirker a TC'ê li her derê bê hesab berevaniya gelê Kurd kiriye, bi kedeke mezin hemû peywirên xwe bi cih aniye. Hevrê Rojhat di gerîlatiyê de haste asteke jortir, her wiha bûye fermandarekî zîrek ê gerîla û li ser hîmê dilnizmiyê, heta wê gava ku bi qehremanî şehîd bûyî bê sekn û rawest xebitiye û bûye xwedî ked û têkoşîneke mezin.

PILIND MARDÎN

Hevalê me Piling Mardîn li Dêrika  Mêrdînê li nav malbateke welatparêz jidayik bûye. Hevalê me Piling bi nirxên civakî mezin bûye, li dijî polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê yên dagirkera nên li herêmê hê di ciwaniya xwe de ketiye nav têkoşînê. Hevalê me Piling ku heta salê zanîngehê bi agirê şoreşê mezin bûyî, 2007'an li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd ji bo têkoşîneke karîgertir bike tevlî nav refên gerîla bûye. Hevalê me Piling ji dema pêşî ya tevlêbûnê ve bi kelecanî û têkoşeriya xwe û helwesta fedayî bandor li hevalên derdora xwe kiriye, bûye xwedî helwesteke wiha ku jê were hezkirin û mînak were dîtin.

Hevrêyê me Piling li Qadên Parastinê yên Medyayê bûye xwedî peywirên girîng, dema ku hewl dida bi berpirsyariyên xwe rabe bûye yek ji mîlîtanekî wiha ku bi putepêdanî nêz dibû.  Hevrê Piling ku di nav têkoşînê de ku bi azweriya azadiyê dimeşiya, bi şîara 'Azadî ji Rêber Apo û Kurdistanê re' berê xwe daya Amanosan, dema ku li Amanosan têdikoşî li dijî dijmin bûye yek ji milîtanê rastî yê li bara dimin sernetewîn û tevlî navkarwanê şehîdan bûye.

Ji ber hevalên me yên ku bi fedaî şer kirin û şehîd bûne, di serî de serê malbatên me yên şehîd, em sersaxiyê didine hemû gelê me yê welatparêz, em son dixwin heta ku em îdeala şehîdên me gelê Kurdistanê azad bikin têkoşîna xwe bidomînin.''