Li Japonyayê piştî bahoza Jebî gefa nû: Bahoza Tramî
Li Japonyayê piştî bahoza Jebî ku bûbû sedama hilweşînin giran niha jî gefê bi bahoza nû ya bi navê Tramî dixwe.
Li Japonyayê piştî bahoza Jebî ku bûbû sedama hilweşînin giran niha jî gefê bi bahoza nû ya bi navê Tramî dixwe.
Rayedaran ragihandin ku bahoza Tramî li ber bi giravên başûrê welat ve diçe. Tê payîn ku bahoza Tramî piştî dawiya vê hefteyê berê xwe bide giravên bingehîn ên Japonyayê.
Rayedaran têkildarî baya bi lez, hilweşîna bînayan, barana zêde û lêhiyan welatî hişyar kirin. Bahoza Tramî niha hêdî tevger dike tê payîn ku piştre bi lez tevger bike.
Bahoza Tramî li Asyayê ji serê salvê ve bahoza 24’emîn e.
Beriya wê bahoza Jebî serê Îlonê destpê kir û li rojhilatê Japonyayê bû sedama mirina zêdetirî 30 kesî û zirarekî madî.
Beriya du mehan jî li başûrê rojhilat ê welat ji ber lehêiyê nêzê 220 kes mirîbûn. Beriya wê jî germahiyekî zêde hebû.