HPG: Li Şemzînan kontrayek hate cezakirin, li Sîdekan jî 2 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên sekvaniyê yên li dijî leşkerên artêşa Tirk a li herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê de 2 leşker hatine kuştin, li Şemzînanê jî kontrayek hatiye cezakirin.

HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û operasyoên artêşa Tirk li Başûrê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê agahî dan.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

LI SÎDEKANÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

“28’ê Îlonê vê sibê seat 01:00-03:00’an de balafirên şer ên artêşa TC’ê bi desteka helîkopteran Girê Şehîd Rozerîn yê herêma Arê ya Sîdekana Başûrê Kurdistanê bi giranî bombebaran kirin. Piştî bombebaranê artêşa TC’ê bi helîkopterên skorsky leşker veguhest  herêmê û dest bi operasyonekî dagirkerî kirin. Hêzên me îro di navbera seat 07:00’an û 07:30’an de li dijî yekîneya derketî opersyonê çalakiya sabotajê lidar xist. Di çalakiyê de qasî hate tespîtkirin 2 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Li herêmê operasyona dagirkeriyê hê jî didome.

LI COLEMÊRGÊ KONTRAYEK HATE CEZAKIRIN

Hêzên me roja 27’ê îlonê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê kontrayê bi navê Erol Tekîn ceza kirin. Ev şex di sala 2017 û 2018’an de bi dijmin re hevkarî kiriye û di êrîşên cuda yên dewleta Tirk de ku di şehîdxistina 8 heval û 2 milîsên me de rol girtiye. Bila hemû raya giştî bizanibe ku sedemê ceza kirina vî şexsî rolê wî yê di şehîdxistina heval û milîsên me de ye. Gerîlayên Azadiya Kurdsitan wê li dijî hemû xebatên kontra yên li dijî gelê me û nirxê me wê bersiva pêwîst bi awayek tund bidin.

Operasyona 24’ê Îlonê ya  li herêma Matê ya herêma Oremar a navçeya Gever a Colemêrgê roja 25’ê Îlonê bêyî ku encam bigre paşve vekişiya.

ÊRÎŞA HEWAYÎ

Balafirên şer ên artêşa TC’ê roja 27’ê Îlonê seat 23:50’an de herêma Werxelê ya herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir.”