ROJEVA 9'Ê ADARA 2021'Ê
Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Jinên ku di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de daketin qadan, îtiraz, raperîn û hêrsa xwe ji bo maf û daxwazên xwe anîn ziman.
Gerîla YJA Starê Bêrîtan Botan û gerîlayê HPG'ê Mahîr Cûdî destnîşan kirin ku bi destana Garê ew bi gaveke din nêzî serketinê bûne.
Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Hîşam Zêbarî nerazîbûn nîşanî hevdîtina PDK'ê ya bi qaşo Serokê Eniya Muxalefeta Sûriyeyê Nesir El Herîrî ya li Hewlêrê da û got, PDK bi vexwendina kujerên Kurdan re li dijî xwe bi xwe tevgeriya ye.
FCDK-KAWA ji bo hilbijartinên eyaletan ên 14'ê Adarê li Elmanyayê pêk werin, bang li gelê Kurd kir ku dengê xwe bidin û got, "Em ji bîr neke, eger temsîlkarê te tune be, kesekî din nikare te temsîl bike. Em tevlî hilbijartinê bibin û temsîlkarê xwe hilbijêrin."
Germahiya Glogal êdî gihîştiye wê astê ku pirsgirêkên li cîhanê hemû li pey xwe hiştiye. Tê texmînkirin ku bi helîna qeşayê re wê gelek welat û bajar di nava avê de bimînin.
Li gorî lêkolîneke vê dawiyê, li cîhana me ya 4.5 milyar salî, piştî milyarek salî wê oksîjen bi dawî bibe û jiyan jî lê biqede.