ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2020'Î

Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Çileya 2020'î.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bên şopandin.

Jinên Kurdistanî yên li Ewropayê, ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an wê li devera ku lê ne li ber Konsolosxaneyên Fransayê çalakiyan bikin.

Parlamentera HDP'ê Remziye Tosûn bi bîr xist ku komkujiya Parîsê 7 sal in nehatiye ronîkirin û destnîşan kir, ku ji ber vê yekê komkujiyên nû hatin kirin. Tosûn diyar kir, heta cezakirina kiryaran wê têkoşîna xwe bidomînin û got, "Em nefederên Sakîne û Sêvêyan e."

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel got, "Em vê tecrîdê tenê weke tecrîdeke fîzîkî nanirxînin. Ya ku tê tecrîdkirin mejî, nêrîn û îdeolojî ye."

HDP'ê ku li gelek navçeyên Stenbolê kongreyên xwe pêk anî, tevî zext û zordariyê jî gel eleqeyeke mezin nîşan dide. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût destnîşan kir ku partiya wan ji bo serdema nû amade ye.

Li Wanê ji ber qedexeyên Rewşa Awarte ku hezar û 130 roj in dewam dikin, zext zêde bûne. Her kolan û taxa Wanê bi wesayitên polîsan û yên zirxî hatine girtin. Zext û zordarî li gel tê kirin.