ROJEVA 8’Ê KANÛNA 2024’AN
Rojeva sereke ya Kurdistanê û Cîhanê.
Rojeva sereke ya Kurdistanê û Cîhanê.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herêmên din ên Kurdistanê û çalakiyên şermezarkirina êrîşan wê bêne şopandin.
Bûyerên têkildarî desteserkirina şaredariyên Kurdistanê wê bêne şopandin.
Jinên Efrînî qala zor û zehmetiya li ser rêya koçberiyê kirin ku ji piştî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man careke din koç bikin. Jinan her wiha bal kişandin ser girîngiya hêviyê.
Efrîniyên ku piştî dagirkeriyê neçar man li Şehbayê bi cih bibin, ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man careke din koç bikin. Efrîniyan gotin, “2 rojan em di rê de man. Gelek malbat ji bo ji mirinê rizgar bibin pîxwas bi rê ketin.”
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê li gelek gundiyan hatiye qedexekirin ku zeviyên xwe yên li kêleka Midûriyeta Giştî ya Çandiniyê (TÎGEM) bi kar bîne.
Eger gel, rêveberên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelê Kurd û dostên wan bi xurtî xwedî li şoreşa xwe derkevin û biparêzin, ev plan wê ne tenê têk biçe, her wiha plana tasfiyeyê ya li Rêber Apo tê ferzkirin jî bê têkbirin. Analîza Denîz Rosîda