ROJEVA 8'Ê GULANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan bal kişand ser rewşa li Zînî Wertê û got, "Civaka Kurd ji bo yekîtiyê amade ye. Divê hêzên Kurd êdî ji bo yekîtiyê hewl bidin."
Nûdem ku gerîlayeke ciwan a ji Hezexê ye, li çiyayên Rojhilat li nava refên YRK'ê li dijî mêtingeriya Fars têdikoşe. Dibêje, "Dibe ku dijmin Kurdistan parçe kiribe, lê belê di dilê me de Kurdistan yek e."
Ekonomîst Çeleng Omer bandora qanûna Caesar nirxand û got, "Wê bandorê li rejîmê bike, lê belê ev nayê wê wateyê ku wê rejîm yekser hilweşe." Omer ji bo Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ev hişyarî da: "Çavkaniyên xwe hene, lê belê divê tevdîrên xwe bigire."
Siyasetmedarên Danîmarkî nameyeke vekirî ji hêzên siyasî yên Kurd re nivîsîn û bang li wan kirin, ku tavilê dawî li rageşiya li Başûrê Kurdistanê bînin.
Ji koma çete ya Lîwa Mûtasim a dewleta Tirk 240 çete ber bi Lîbyayê ve hatin veguhastin. Her wiha komeke din a çete perwerde dike ji bo rojên bê bişîne Lîbyayê.
Tûrîzma navneteweyî ji ber metirsiya şewbê li ber têkçûnê ye. Hate dîtin ku bandora tûrîzma zêde ya bêkontrol a li ser hawirdorê û avhewayê nemaye.
Zêdeyî 150 hezar Hîndû yên di nava şert û mercên giran de li welatên Kendavê dixebitîn û ji ber şewbê bêkar man, dest bi vegera li Hindistanê dikin.
Ji şêwirmendên berê yên Trûmp Mîchael Flynn, ku ji ber têkiliyên bi Rûsyayê re doz lê hate vekirin, lêpirsîna der heqê wî de ji aliyê Wezareta Edaletê ve hate rawestandin.