ROJEVA 8'Ê ADARA 2021'Ê

Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Çalakiyên 8'ê Adarê yên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê wê werin şopandin.

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê pêk tê û kete hefteya 455'an, bi koma ji bajarê Rennes a Fransayê dewam dike.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê destnîşan kirin ku heta dawî li tecrîdê bînin ew ê çalakiyên xwe dewam bikin û diyar kirin ku ew ê bibin hevrêyên Rêbertî.

Di nava saleke vîrûsa koronayê de yên herî zêde mexdûr bûn, jin e. Her wiha yên ku barê herî giran ê sektora tenduristî û dikandariyê hildan ser milê xwe jî jin bûn.

Berdevka Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Remziye Mihemed bang li jinan hemûyan kir ku îro dakevin qadan.

Koma Amara bi wesîleya 8'ê Adarê klîba bi navê "Lê dayê" weşand.

Ji bo berdana Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, parlamenterên Ewropî dest bi kampanyayekê kirin.