ROJEVA 7'Ê ADARA 2021'Ê

Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Çalakiyên 8'ê Adarê yên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê wê werin şopandin.

Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Ciwana Sine rewşa jinan û asta têkoşîna wan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nirxand û diyar kir ku jin bi yekgirtinê dikarin bi ser bikevin û civakek azad û demokratîk ava bikin.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît got, hêza herî çalak a pêngava 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye' tevgera jinê ye.

Di doza Remziye Bor de ku li Wanê ji aliyê polîsan ve hate kuştin, Serdozgeriya Komarê ya Wanê û Dadgeriya Ceza ya Sûlhê dosya bi rengekî ku cih nedin lêpirsînê, girtin. Xizmên Bor jî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dan.

KON-MED'ê têkildarî hilbijartinên eyaletan ên li Elmanyayê daxuyaniyek da ku wê 14'ê Adarê dest pê bikin û bang kir ku bi rengekî çalak piştgirî ji namzetên Kurd re bê dayin.

Siyasetmedarên Swîsreyî ji bo Hevşaredara Amedê ya dîlgirtî Gultan Kişanak peyameke piştevaniyê weşandin.

MOP'ê têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da, Têkoşîna Azadiya Jinê silav kir û 8'ê Adarê li jinan pîroz kir.

Li Swêd û Fînlandiyayê ku ji aliyê wekheviya jin û mêr ve di rêzên destpêkê de ne, li gorî statîstîkan bi şewbê re newekheviya jin û mêr zêde bûye. Parlamenter Evîn Încîr mijar xist rojeva Parlamenta Ewropayê û xwest tedbîr bên girtin.