ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê

-Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

-Senatora Fransî Anne Souyris diyar kir ku divê di asta navneteweyî de li dijî tecrîda Îmraliyê têkoşîn bê meşandin û got: “Divê siyaseta Ewropayê cesaretê nîşan bide. Divê em ji rejîma Erdogan rizgar bibin. Ger pêwîst bike, dikare pêkanîna aborî li Tirkiyeyê bê ferzkirin.”

-Çalakiyên xizmên windayan ên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê wê bên şopandin.

- Ji serokên berê yê Baroya Hatayê Cîhat Açikalin diyar kir ku di ji nû ve avakirina bajêr de tenduristî û mafê gel tune tê hesibandin û got: “Ev bajar terkî çarenûsa ku AKP xêz kiriye tê hiştin. Em bi tenê têne hiştin.”

- Şehîd Rojîn Efrîn ruheke şoreşgerî ya ku agirê têkoşînê di dilê xwe de dihewand, bi wêrekiya xwe ber bi azadiyê ve dibeziya û di her gava ku diavêt de hêza jinan mezin dikir.