ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Tebaxa 2019'an.

- Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku pêngava 'Ji bo guhertinê û azadiyê tu jî rabe ser piyan' ne pêngaveke welê ye ku tenê nerazîbûn bê nîşandan û got, di heman demê de avabûna alternatîf jî di nav de heye.

- Ji Meclîsa Kampa Berxwedan a Şehbayê Şêxo Îbrahîm got, "Penaberên Efrînî yên li herêma Şehba û Şêrawa ne, jiyana xwe li gorî vegera li Efrînê bi rêxistin dikin û berxwedana xwe jî di vê çarçoveyê de didomînin."

- Vatîkan ku navenda dinya Katolîk e, der barê şewata bexçeyên li dora Keşîşxaneya Deyrûlzafaran a li Mêrdînê fikarên xwe ragihand.

- Li Skandînavya û Sîbîryayê yên ku herî zêde ji germahiya global û guhertina avhewayê zerarê dibînin xezalên ren û Samî ne ku wan xwedî dikin.

- Li gorî DYE'yê di hevdîtinên bi Talîbanê re yên li Qatarê 'pêşketineke gelekî baş' heye.