ROJEVA 6'Ê ADARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû anî ziman ku sîstema Îmraliyê bi zorê li ser piyan tê hiştin û got, "Êd dem hatiye ku deriyên Îmraliyê bêne parçekirin."

- KCDK-E'yê di pêvajoya 8'ê Adarê, 21'ê Adarê, 28'ê Adarê de bang li gelê Kurd kir ku li dijî êrîşên qirkirinê berxwedanê mezin bike.

- Ji fermandarên YPJ'ê Dilbirîn Kobanê got, "Me soz dane jinan, berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin."

- Karên hilbijartinê yên DEM Partiyê yê li Kurdistanê û Tirkiyeyê wê bêne şopandin.

- Namzetê DEM Partiyê yê ji bo Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Mûrat Çepnî destnîşan kir ku hilbijêrên wan ên li Stenbolê li dora namzetên xwe civiyane.

- Ji namzetên DEM Partiyê yên Hevşaredariya Elbakê Şengul Polat got, piştî hilbijartinê wê têkildarî jin, ciwan, zimanê dayikê û aboriyê projeyên girîng bixin meriyetê.