ROJEVA 6'Ê ADARA 2021'Ê

Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Kurdistan, Tirkiye, Ewropa û Cîhanê.

Çalakiyên pîrozbahiyê yên 8’ê Adarê li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku heta tecrîd bi dawî nebe, demokrasî nayê welat, Hevseroka ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî got: “Divê demekî berî demekê Ocalan bê azadkirin.” Ji OHD’ê jî Bariş Marhan jî bang li her kesê kir ku bibin dengê girtiyan.

Aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn anî ziman ku ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP’ê xizanî û tundiya li ser jinê her ku diçe zêde dibe û got: “Divê her kes li hemberî tundiya li ser ziman, çand û tundiyên din xwe biparêze.”

Endamê Komîteya Têkiliya Karên Derve yê Mexmûrê Seîd Çomlek anî ziman ku divê bi ruhê serkeftina Garê, Kurd di nava xwe de yekitiyê çêbike û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bike.

Fatma El Mehel a piştî rizgarkirina Dêra Zorê ya ji aliyê QSD’ê ve tevlî xebatan bûye, li gel guherînên mezin bûye parçeyek ji civakê, diyar kir ku piştre zanîne ku 8’ê Adarê bi rojekê nayê sînordarkirin.

Hatûn Aslan a di sala 1998’an de kurê wê di nava PKK’ê de winda kir, 15 salan nekarî cenazeyê kurê xwe li cihê lê hatî definkirin derxîne. Aslan a rojên borî hatibû girtin, di sala 2013’an de li Goristana Sîsê ya hate vekirin piştî du salan cenazeyê kurê xwe û şûnd vê carê jî êrîşî goristanê hate kirin û hate hilweşandin. Aslan a jiyana wê bi têkoşînê derbas bû, li Kurdistanê carekî din da nîşandan bê ka pîroziya dayikê çiqas e.

KON-MED a têkildarî 8’ê Adarê daxuyanî da got: “Di roja 8’ê Adarê roja jinan de li kolanan qîr bikin.”