ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Tebaxa 2019'an.

- Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Karayilan got, "Eger em li Başûrê Kurdistanê wan têk bibin wê li Enqereyê jî têk bikin. Ev rejîma faşîst wê hilweşe."

- Di dîroka Êzidiyan de ku li dijî ferman, qirkirin û sirgûnê hebûna xwe parastin, gelek jinên berxwedêr, lîder, nivîskar û hunermend derketin pêş. Di têkoşîna azadiyê û parastina çanda Kurd de rola wan girîng e.

- Şaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn qala feraseta xwe ya şaredariyê kir û got, "Divê di nava gel de mekanîzmayên biryarê bên avakirin."

- Li Efrîkaya Başûr li gorî statîstîkên dawî rojane nêzî sê jin ji ber tundiya hevserên xwe jiyana xwe ji dest didin.

- Raperînerên Hûsî yên Yemenî û saziyên Neteweyên Yekbûyî ragihandin ku ji bo ji nû ve destpêkirina alîkariya xurekê wan li hev kirine.