ROJEVA 5'Ê GULANA 2020'AN

Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Hikumeta AKP'ê di nava 18 salên desthilatdariya xwe de 2 girtîgehên nû, 25 HES û bendav û 300 qereqol û kalekol li Colemêrgê çêkir.

Li Wanê, li şaredariyên ku ji aliyê qeyûman ve hatine desteserkirin, rojên dawî gelek mirov ji kar tên derxistin. Parlamentera HDP'ê Mûazzez Orhan nerazîbûn nîşanî vê yekê da û got, "Destên xwe ji ser karker û kedkaran vekişînin."

Dr. Serbilind Dersim diyar kir, li dijî şewba vîrûsa koronayê li qadên gerîla tevdîr hatine girtin û got, "Korona versiyona vê sedsalê ya malbata vîrûsê ye. Bêguman zanyaran zanîbûn ku vîrûsên bi vî rengî di her sedsalê de dikarin der bibin."

Bi xemla biharê re ji aliyekî ve ewr baranê li me dibarîne, li aliyê din jî ro li me dike.

Hollandayê mîna welatên din ên Ewropayê tevdîrên tund ên derketina derve ranegihand. Tevî vê yekê jî encam mîna welatên din bû. Lewma vê yekê bal kişand.

Koordînatorê Weşanxaneya J&J nivîskar Azad Zal da zanîn ku qeyrana aboriyê û şewba vîrûsa koronayê bandorek mezin li ser sektora weşanxaneyan kiriye û got, "Eger ev rewş aram nebe dibe ku weşanxaneyê bigirin. Lê belê em ê weke weşanger kar û xebatên xwe berdewam bikin. Lê karê çapkirinê zor e û dibe ku raweste."