ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Tebaxa 2019'an.

- Di salvegera pêncan a êrîşên qirkirinê de yên li Şengalê, li dehan bajaran deqeyeke rêzgirtinê û mîtîng pêk hatin.

- Dadgeha Bilind a li Berlînê ku biryar da hevsera çeteyekî DAÎŞ'ê yê Elman û 3 zarokên wê yên li kampa Holê ya QSD'ê ne bîne Elmanyayê. Lê belê Wezareta Karên Derve li dij derket.

- Malta ku garantî wergirt wê 40 penaberên di keştiya alîkariyê 'Alan Kurdî' de ye li welatên Yekîtiya Ewropayê bên parvekirin, sînorên xwe li keştiyê vekir.

- Li Fransayê hestiyê dînozorekî hate dîtin ku ji yên heta niha hatine dîtin gelekî mezintir e. Tê texmînkirin ku dînozor bi dehan metreyan dirêj e.