ROJEVA 4'Ê GULANA 2020'AN

Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsyar Umît Dede got, metirsiya mirinê li ser girtiyên siyasî heye û hejmara girtiyên bi vîrûsa koronayê dikevin zêde dibe.

Bahoz, Bêkes, Çalak û Hawar çar ciwanên ji Rojhilat bûn. Dema ku Bahoz got wê biçe Rojava, sedem û rê û rêbaza çûyînê nizanîbûn. Piştre Çalak da dû Bahoz, Bêkes jî da dû wî. Herî dawî Hawar bi pey wan ket û barê têkoşînê hildan ser milan.

Ya ku di vê nivîsê de bê vegotin wê çîroka dengekî ax, dîrok, bawerî, êş, berdêl û utopya ye. 'Melek' ê malbat û hevalên wî, Doktor Cûma, Şengal ê hevrêyên xwe, damezrîner û solîstê Koma Amed Evdilmelîk Şêxbekir...

Rojnameya mehane ya jinan Newaya Jin ku rojeva Kurdistan û cîhanê bi çavên jinê dinirxîne, hejmara xwe ya meha Gulanê bi manşeta "Têkoşîn dide jiyîn" gihand ber destê xwendevanan.

Fransa yek ji çar welatên Ewropayê ye ku berdêla herî giran ji ber vîrûsa koronayê daye. Li Fransayê, encamên giran ên polîtîkayên tenduristiyê yên lîberal tê dîtin, ku hikumet bi salan e vê polîtîkayê dimeşîne.