ROJEVA 4'Ê GULANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Gulana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Gulana 2018'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê wê bên şopandin.
- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê wê werin şopandin.
- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê wê bê şopandin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye.
- KNK û FEDA'yê bi wesîleya salvegera 81. a Terteleya Dersimê daxuyanî dan.
- Fermandarê HPG'ê yê Eyaleta Xakurkê Bager Erdal got, li dijî êrîşên dewleta Tirk ew ji her demê bêhtir amade ne ku gelê Başûrê Kurdistanê bi taybetî yê herêma Biradostê biparêzin.
- Wezîrê Karên Derve yê Elman Maas bersiv da nameya komek ji saziyên civakî yên sivîl û rêxistinên ciwanan a li ser Efrînê. Maas di nameya xwe de dibêje ku ji bo parastina gelê sivîl wan gelek caran zext li Tirkiyeyê kirine. Ji bo bazirganiya çekan jî Maas îdîa kir ku di çarçoveya mafên mirovan de hatiye kirin.
- Gerîlayên tevlî Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz bûn gotin, wan li Lêlîkanê qîrewîr û reva leşkeran dîtine. Gerîlayan gotin, "Li her devera ku dijmin dibêje 'me qedand' em derdikevin holê."
- Pêvajoya serlêdana ji bo bernamzetiyê ya li HDP'ê bi baldarî dewam dike.