ROJEVA 4'Ê ADARA 2021'Ê

Sernavên sereke yên ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Siyasetmedar Dr. Fernaz Atiyê Ehmed ya Misrî ya têkildarî însiyatîfa 'Azadî ji Ocalan re' got, armanca wan ji însiyatîfê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nasandina doza gelê Kurd e.

Endama Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe, mirov nikare qala wekhevî û edaletê bike.

Rêvebera Komeleya Jinê ya Star a Wanê Rojbîn Bor diyar kir, li Wanê tenê di nava mehekê de 7 jin hatin kuştin û got, "Li dijî vê yekê em ê di 8'ê Adarê de li qadan bin."

Li gelek welatên Ewropayê, jin wê li dijî neheqiya li wan tê kirin di 8'ê Adarê de bikevin grevê.

Hunermendên TEV-ÇAND'ê li ser Konferansa 7'emîn a TEV-ÇAND'ê axivîn û diyar kirin ku li dijî asîmîlasyon û qirkirinê wê xwedî li çanda Kurd derkevin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê li ser 8'ê Adarê daxuyanî da û destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya jinê ya ku tirs berdaye dilê rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst, ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê bûye hêvî û pêşeng.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk anî ziman, desthilatdariya heyî xwe dispêre kevneşopiya dewleta Tirk û li ser vê bingehê şerekî hevgirtî yê taybet dimeşîne.

Brîtanyaya Mezin li gel peymana bi Yekîtiya Ewropayê re, kontrola li ser sînorê Îrlanda Bakur şidand. Ev yek bû sedema nerazîbûna Brukselê.

Akademiya MA Muzîkê ku di sala 2017'an de li Amedê bi dirûşma "Ji bo her kesî muzîk li her derê muzîk" dest bi kar kir, bi projeyên nû yên der barê muzîkê de xebatên xwe didomîne. Koordînatorê Akademiya MA Muzîkê Şêrko Kanîwar, der barê xebatê axivî.