ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 31’ê Tebaxa 2019'an.

-Çalakiyên şermezarkirina desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê wê bên şopandin.

-Parlementera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun da zanîn ku li Tirkiyeyê hiqûq ji holê hatiye rakirin û mekanîzmaya darbeyê sazkar bûye.

-Dayikên ku li dijî qeyûmên dagirker li eniya pêş in, gotin, ‘’Em ê li dijî vê neqhiyê li mal bêdeng neminin, em ê li kuçeyan têbikoşin û şaredariyên xwe bi dest wan ve bernedin’’.

-Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ji bo 1’ê Îlonê, Roja Aştiya Cîhanê bang kir.

-Dîwana Hevseroktiyê ya KCDK-E têkilî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî da û bang  kir ku her kes bi coşiyekê xwe berde meydanan.

-Dr. Şexmûs ku dema şer çûyî Ewropayê got, li wan deran debar nekiriye û dîsa vegeriyaya Qamişloyê û domand, ‘’Doktorên me yên ku çûne Ewropayê bila vegerin ser warê xwe, hewcehiya gelê me bi wan heye.’’

-Xizmên windayan weke her roja şemiyê îro jî ji bo li aqûbeta windayan bipirsin li qadan bin.

-UNHCR’ê ragihand ku li tevahiya cîhanê ji 7.1 mîlyon zarokan 3.7 mîlyon zarok naçine dibistanê.