ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Gerîlayên YJA Starê diyar kirin ku tevlîbûna jinan a li nava refên têkoşîna azadiyê bersiva herî mezin a li koletiya jinê û sîstema wê ye.
Dayika Aştiyê ya 75 salî Sabîha Keser a li Erdîşê dimîne, ragihand ku wê bi saya kurê xwe Mehmet Keser ê sala 1989'an tevlî PKK'ê bû têkoşîna azadiyê ya Kurd nas kir û cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Dayika Aştiyê got, "Ez jî êdî dixwazim aştiyê bibînim."
Li gorî lêkolînekê, bikaranîna zêde ya tevna dîjîtal li nava ciwanan dibe sedema nexweşiya xerabûna dîsmorfîka a bedenî.
Fransa û Îngilistanê têkildarî koça li derya Manşê peymaneke nû îmze kirin. Derfetên teknolojîk ên li plajên Fransayê wê bên xurtikrin, hejmara dewriyeyan wê bên zêdekirin.
Rêveberiya Filistînê û Yekîtiya Ereb bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku ew hêvî dikin ku rêveberiya nû ya DYE'yê ya bi serokatiya Joe Bîden di avakirina Filistîneke serbixwe de bi 'roleke erênî' rabe.