ROJEVA 30'Ê GULANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Gulana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.

- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.

- Endama Kongreya Îslamî ya Demokratîk Hatîce Kavram diyar kir ku AKP'ê dîn ji xwe re kiriye amûrek siyasetê û got, AKP wê di vê hilbijartinê de têk biçe û ev yek jî wê bi dengê Misilmanên ku hatine bikaranîn bibe.

- Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Hemrîn Dersim destnîşan kir ku pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an tevî ku gaveke leşkerî bû, ji aliyê civakî û siyasî ve jî bersiveke mezin daye dewleta Tirk.

- Gelê Wanê diyar kir ku AKP wê di vê hilbijartinê de ji holê rabe û HDP jî wê bi dengekî zêde bi ser bikeve. Şêniyên Wanê gotin, ji bilî nav, tiştekî AKP'ê wê li Wanê nemîne.

- Saziya mafên mirovan Medico International ku navenda wê li Elmanyayê ye, ji bo Kurdên li Tirkiyeyê dest bi projeyeke bi navê 'malên hêviyê' kir.