ROJEVA 3'Ê SIBATA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Sibata 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Sibata 2018'an.
- Çalakiyên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û şerê ji ber van êrîşan li herêmê diqewimin wê werin şopandin.
- Li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê di destpêkê li Ewropa û hemû cîhanê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê wê werin protestokirin û were şopandin.
- Bayîk destnîşan kir ku Rûsiya, Amarîka û hemû aliyênê din bi nêzîkatiyên xwe yên di derbarê gelê Kurd û Efrînê de, parstina Erdogan dikin û got, çawa Kobanê li ber xwe da û bi serket wê gelê Efrînê jî li ber xwe bide bi serbikeve.
- Yek ji Fermandarê Fermandariya Giştî ya Bagera Cizîrê Hesen Qamişlo got DAÎŞ bi êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê re dîsa ketiye tevgerê û got Erdogan ti caran li Efrînê wê bi ser nekeve û banga hevgirtinê kir.
- Rêxistinya Ciwanan a Partiya Çep a Swêde ‘Çepa Ciwan’ (Ungvanster) diyar kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ew ê li gel gelê Efrînê yê berxwedêr, şervanên YPG-YPJ’ê bin û got, ‘’Kes ne li bendê bû ku DAÎŞ ji hêla milîsên Kurd ve wê were şikandin lê Kobanê bû dawiya wan. Efrîn jî wê bibe dawiya Erdogan.’’
- Hevseroka Meclîsa Tenduristiyê ya Kantona Efrînê Ancela Reşo bîlançoya 14 rojan a êrîşên dagirker ên bi ser Efrînê da û got 150 sivîl hatine kuştin û 298 sivîl birîndar bûne. Reşo got, ‘’Li Efrînê bi balafir û topan li sivîlan dixin. Banga min li saziyên navetewî ew e. Bila werin sûcê şer li vir bibînin.’’
- Partiya Keskan a Swîsre got, ‘’Dewleta Tirk peymanên navnetewî binpê kirine û li dijî Efrînê hewldana dagirkirinê daye destpêkirin.’’ Keskan diyar kirin ku dewleta Tirk sivîlan dike hedef û bang li hêzên navnetewî kir ku li dijî dewleta Tirk tevbigerin.