ROJEVA 3'Ê MIJDARA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Mijdara 2019'an.

Der barê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê rewşa dawî bê şopandin.

Çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk pêk tên wê bên şopandin.

DYE ku hewl dide Rojava pêşkêşî dewleta Tirk û çeteyên wê bike, gelo li stratejiya xwe ya ku di destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê de li ser komên radîkal ava kiribû vedigere?

Endamên Eşîra Şarabî diyar kirin ku wê tola endamên eşîra xwe yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin qetilkirin hilînin û gotin, "Em ê bi QSD'ê re hîn bêhtir bibin yek û xaka xwe ji Erdogan û çeteyên wî biparêzin."

Li xeta Serêkaniyê-Til Temirê ku êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê lê giran in, gelên herêmê bi hev re li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin. Ji şêniyên herêmê Hecî Mihemed destnîşan kir ku ew dagirkeriyê qebûl nakin û got, "Gelên me yek e, armanca me yek e, parastina me yek e."

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 2'ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê de daketin qadan. Şêniyên Dirbêsiyê li ber êrişên dagirkeriyê rabûn û gotin, "Êriş wê nikaribin bi me."