ROJEVA 3'Ê HEZÎRANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Hezîrana 2019'an.

- Dr. Bahoz Erdal: Di navbera me û dewleta Tirk de şerekî mezin heye. Ya li Xakurkê wê ne bibe operasyona wan a destpêkê ne jî ya dawiyê. Bêguman gerîlayên Kurdistanê bersiva pêwîst didin wan.

- Newaya Jin bi manşeta 'Berxwedana laçik spiyan qalikê faşîzmê şikand' derket. Rojname giraniyê dide ser berxwedana dayikên girtiyan a mehên derbasbûyî.

- Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi 'Pêngava gerîla ya 1'ê Hezîranê' re nîşan dan ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn hêza bingehîn e.