ROJEVA 3'Ê ÎLONA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersîm got, "Rêbertî ji bo me hinceta hebûnê ye. Jinan xwe bi felsefeya Rêbertî nas kirin û bi rêxistin kirin. Şoreşa Rojava jî şoreşeke jinê ye ku bi vê felsefeyê ava bû."

Yên ku têne dîtin wê neşibin ti ji şerên dîrokê. Ya ku doktrîna şerê vê sedemê diyar dike cudahiya otorîteya mutleq û azadiya mutleq e. Dirûşma wê jî wê 'Jin, Jiyan, Azadî' be. Analîza Nûman Amed.

Sala 2009'an ku dewleta Tirk a faşîst êrîşên qirkirina siyasî dikir, Îbrahîm berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Êdî malbateke xwe ya mezin hebû û li pêşiya wî jî jiyaneke nû.

Şervîn Elo di nava şert û mercên giran ên koçberiyê de li gel astengiyan dilsoziya xwe ya bi jiyanê re bi rêya wêneyan nîşan dide. Wêneyên Şervîn ên piştî dagirkirina Efrînê hatin çêkirin hemû têkildarî koçberî û şer e.