ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Tebaxa 2019'an.

- Çalakiyên ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê pêk tên wê werin şopandin.

- Serokên sendîkayan nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyan dan û diyar kirin, li dijî van kiryarên faşîzan wê bi gelê Kurd re têbikoşin.

- Amediyên ku li dijî desteserkirinê li qadan e, diyar kirin ku ji bo deng, rûmet û destketiyên xwe ew li ber xwe didin.

- Azîz Arslan ku di dema qedexeya derketina derve de ya 79 rojan a li Cizîrê keça wê Hacer hate qetilkirin, ji bo wergirtina cenazeyê keça xwe got, "Di ser re 40 sal jî derbas bibin em ê cenazeyê xwe werbigirin."

- Endama OHP'ê parêzer Sevda Aydin ku ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyan ji wezîfeya xwe ya kontrolkirinê îstifa kir got, "Ez parêzvaneke mafên mirovan im, lewma parastina mafê xwe wezîfeya min e. Ez ji vê re nabêjim tayînkirin, ev yek darbe ye."