ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Rojnamevan Zinar Yildiz got, "Vegotina Seyîd ne vegotina şoreşger an jî rojnamevanekî ye; vegotina şoreşê bi xwe ye" û diyar kir ku Seyîd Evran gerîla û rojnamevanek bû ku lê dipirsî, lêkolîn dikir.

- Endama Meclîsa Jinê Menekşe Kizildere li ser Kongreya Partiya Çepên Kesk axivî ku wê rojên bê pêk were û got, "Piştî kongreyê em ê siyaseteke nûbûyî, hîn ciwan û çalak bibînin."

- Desthilatdariya AKP-MHP'ê li navçeya Xelat a Bedlîsê ji bo 15 hezar Tirk ên Ahiskayî hezar avahiyên din lê dike.