Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Tebaxa 2019'an.

- Çalakiyên ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê pêk tên wê werin şopandin.

- Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez di bin navê "qedexeya çalakî û xwepêşandanan" de hezar roj in li Wanê hemû karên civakî û çandî qedexe kiriye. Bîlmez piştî ku li şaredariya bajarê mezin bû qeyûm, vê carê dawetên Kurdan jî qedexe kir.

- Şêniyên Silopiyayê ku piştî qeyûm ji nû ve xwe bi rê ve dibin, dibêjin ku tevî barê giran wê bi hevşaredarên xwe re navçeyê ji nû ve bi pêş ve bibin.

- Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk diyar kirin, qeyûm êrîşa li dijî gel û maf e û bal kişandin ser mezinahiya xisara ku qeyûm bûne sedem.

- Mehmet Emîn Bîlmez ê ku dest danî ser şaredariya Wanê, karê xwe yê destpêkê tayînkirina Ulker Cem Kaplan ji bo Midûriyeta Giştî ya VASKÎ bû. Beriya du salan axaftinên Kaplan ên bertîlê eşkere bûbûn.

- Li dinyayê di halê hazir de derdora 3 trilyon dar hene. Li gorî lêkolîna li ser wêneyên ji peykê hate kirin, li DYE, Kanada, Awûstralya, Brezîlya û Çînê 700 milyar darên nû dikarin bên çandin.