ROJEVA 27'Ê SIBATA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Xebatên DEM Partiyê yên ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê wê bêne şopandin.

- Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo planên xwe yên dagirkeriyê ji PDK'ê xwestiye, hîn bêhtir zextê li qadên gerîla bike. Ji bo pêşî li nerazîbûna raya giştî ya Kurd bê girtin jî maskeya Yekîneyên Parastina Sînor tê bikaranîn.

- Ji namzetên Hevşaredariya Baglarê Sîraç Çelîk ê ji DEM Partiyê got, "Bajarê me li ber destê qeyûm gelekî xera bûye. Em soz didin ku em ê gelê xwe ji vê yekê rizgar bikin."

- Endamê berê yê Parastinê Şêrwan Seîd Yûsûf Hecî qala êşkenceya li zindanên PDK'ê û nelirêtiya li nava asayîşê kir. Her wiha diayr kir ku DAÎŞ'iyên li girtîgehên PDK'ê bi bertîlê têne berdan. Êşkenceya giran a li girtîgeha Spîlkê vegot.

- Ji bo fêrbûna zimanê xwe yê dayikê tevlî perwerdeya zimanê Kurdî dibin û êdî bi rehetî fêrî zimanê xwe dibin.