ROJEVA 27'Ê GULANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Gulana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.

- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.

- Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê Alî Kenanoglû got, soza ku Erdogan ji bo naskirina statuya malên cem daye, ji bo Elewiyan ne hêjaye tiştekî.

- FEDA'yê nerazîbûn nîşanî redkirina namzetiya Tûrgût Oker da û got, "Em bi canê xwe Pîr Zeynel Kete û Tûrgût Oker re ne. Maf wê bi ser bikeve, zilma zaliman wê têk biçe."

- Endamê Meclîsa Elewiyên Ereb ên li Stenbolê Ûfûk Sûltanoglû got, "Bi salan e em tine tên dîtin û tên înkarkirin. Dem hatiye ku em namzetê xwe Bariş Atay ku wê nasname û nêrîna me temsîl bike, bikin wekîl."