ROJEVA 27'Ê ADARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Mîtîng û civînên DEM Partiyê yên ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê wê bêne şopandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ji radyoya Dengê Welat re axivî û anî ziman ku li nava PKK'ê kevneşopiya lehengiyê dewam dike. Karayilan got, "Gelekî ku lehengên xwe hebe wê teqez bi ser bikeve."

Hevseroka DEM Partiyê ya Bajarê Amedê Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku gel îradeyeke mezin nîşan da û got, "Encama pîrozbahiyên Newrozê têkbirina qeyûman e."

Li Tetwanê ku di hilbijartinên 2019'an de bi hîleyan ji HDP'ê hate standin, tê payin ku DEM Partî dengê xwe gelekî zêde bike. Namzeta DEM Partiyê ya ji bo hevşaredariyê Belkiza Beştaş Epozdemîr got, "Di 1'ê Nîsanê de em ê şaredariyê radestî gelê xwe bikin."

Ji Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalid Îbrahîm got, tespîtên li rapora NY'yê girîng in, lê belê ji aliyê bicihanîna wan ve kêmasiyên mezin hene.

Xelkê Colemêrgê ragihand ku di hilbijartinên xwecihî de wê qeyûman bişînin, şaredariyên xwe careke bin werbigire û DEM Partî di asta ji sedî 80'yî de dengan bi dest bixe.

Ji bo Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku îsal wê ya 31'emîn di 12'ê Cotmehê de bê lidarxistin, amadekariyan li Berlînê destpê kir.