ROJEVA 25'Ê ADARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Kampanya hilbijartinê ya DEM Partiyê wê bê şopandin.

DEM Partî heta niha li Rihayê partiya duyemîn bû, lê niha li pêş xuya dike. Tevî navçeyên girîng, xwe amade dike ku Şaredariya Bajarê Mezin jî bi dest bixe.

Kampanyayên hilbijartinê êdî ber bi dawiyê ve diçin. Hilbijêrên DEM Partiyê yên li Stenbolê hem ji namzetên xwe hem jî ji karên hilbijartinê kêfxweş in.

Komîteya Dîplomasiya Hevbeş û Partiyên Siyasî yên Kurdistanê û Komîteya Karên Sedsala Peymana Lozanê daxuyaniyek weşand û têkildarî hilbijartinên xwecihî bang kirin ku piştgirî ji namzetên DEM Partiyê re bê dayin.