ROJEVA 23'Ê KANÛNA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Kanûna 2019'an.

Bûyerên dawî yên ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin wê bên şopandin.

Rojnamevan û siyasetmedarên jin destnîşan kirin ku yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd divê tavilê pêk were û gotin, azadî bêyî yekîtiyê nabe.

Şoreşa Rojava ku di hedefa êrişên qirkerî û dagirkeriyê yên hêzên hegemonîk de ye, xwedî çavkaniyên civakî û dîrokî ye ku du xetên şaristaniyê hem li ser şer dikin hem jî xwe li ser xwedî dikin.

Hunermend, rewşenbîr û lîstikvanên Fransayî jî di nav de 40 kesî li dijî qanûna teqawîtbûnê banga xwedîderketina li berxwedana çalakvanên grevê kirin ku ji 5'ê Kanûnê ve li ber xwe didin.

Ji gerîlayên YJA Starê Rojyar Firat Çektar anî ziman ku li nava refên gerîla her jin îradeya xwe nas dike û hîn dibe ku di nava her şert û mercên zehmet de têbikoşe.