ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANÊ
Rojeva Navendî ya Nûçeyan a 22'yê Hezîranê..
Rojeva Navendî ya Nûçeyan a 22'yê Hezîranê..
-Mihemed Emer Evdilqadir ku ji Elmanyayê hatî Sûriyê û tevlî nav çeteyên DAÎŞ'ê bûyî got birîndarên giran ên DAÎŞ'ê bi ambûlansan ji deriyê sînor bi fermî derbasî Tirkiyê dikirin.
-Mehmet Yarka ê AKP'yî ku bi dagirkirinê dest li ser Şaredariya Şirnexê danî, li Stenbolê karsazên Şirnexî yên Stenbolê çavtirsandî dike û ji Bînalî Yildirim re dengan dixwaze.
-Şaneyên veşarî yên dewleta Tirk û DAÎŞ'ê yên ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyê hatine girtin li xwe mikur tên. Çeteyê bi navê Mûsa Salih Hisên El Ehmed li xwe mikur hat ku du kes kuştine. Çeteyê bi navê Evdille Seyîd jî got îstîxbara Tirk li Ezazê ew peywirdar kiriye.
-Dewleta Tirk penaberên ku ji Sûriyê, ji şer reviyane û hatine Rihayê fihûşê, tiryakê û firotina organên xwe ferz dike. Dema ku penaber ji saziyên dewletê alîkariyê dixwazin, dibêjine wan, ''Ya biçin welatê xwe bimirin an jî fihûşê bikin''.
-Hevserokê Desteya Rêveber ê Meclîsa Şengalê Faris Herbo li dijî êrîşên dewleta Tirk helwest nîşan da û got, ‘’Teqîna Kerkûk û Qamişlo û şewata li Şengalê ji hev ne qut e’’.
-Li Leverkusenê ya Elmanyayê jinên Kurd wê Festîvala Jinan a Zîlan a cara 15'an li dar bixin.
-Dayikên Şemiyê vê Şemiyê jî ji bo ku li aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin wê çalakiyan bikin.
-Dema ku mirov hê nû pişta xwe rast dike, hînî gavavêtinê dibe, xwe nas dike û bi vê re cîhanê nas dike û watedar dike dest bi kedîkirina ajalan dike.