ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Kanûna 2019'an.

Rewşa dawî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bê şopandin ku di hedefa êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de ye.

Parêzvanên mafên jinan ên femînîst, zanyar û aktîvîst ku ji welatên cuda yên dinyayê li hev kom bûn, diyar kirin ku Şoreşa Rojava hêviyeke ji bo tevahiya dinyayê û bang kirin, ku dagirkeriya dewleta Tirk bê rawestandin.

Hevserokê HDP'ê yê Wanê Kava ragihand, desteserkirina 10 şaredariyên HDP'î yên li Wanê û tayînkirina qeyûman hilbijêrên AKP'î jî aciz dike.

KCDK-E'yê Cejna Êzî pîroz kir û diyar kir, "Em hêvî dikin ku Cejna Êzî ji bo gelê me yê Êzidî û tevahiya Kurdistaniyan bibe wesîleya aştî, statu û azadiyê."

Rojnamevan û nivîskarê Swêdî Joakîm Medîn destnîşan kir ku divê Swêd û Koalîsyona Navneteweyî piştgiriya xwe ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam bikin.