ROJEVA 2'Ê SIBATA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Sibata 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Sibata 2018'an.
- Çalakiyên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û şerê ji ber van êrîşan li herêmê diqewimin wê werin şopandin.
- Viyan Soran ku li dijî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 2006'an bedena xwe da ber agir, bi sekn û têkoşîna xwe di dil û mejiyê Kurdan de cih girt. Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû, di salvegera 14'an a şehadeta wê de Soran bi bîr anî û got, "Ew bû çira me ya azadiyê ku qet natefe."
- Endama Konseya Serokatiya KCK'ê Sozdar Avesta got, li pêşberî gelê ku bi rêxistinbûna xwe, bi vîna xwe û bi parastina xwe li ber xwe dide, wê Erdogan têk biçe.
- Yek ji hezaran kesên bi salan e li Kurdistanê ji bo aştiyê têdikoşe, dayika aştiyê Sûltan Aksoy e. Dayika Sûltan dilsoziya xwe ya kurê xwe Mehmet Aksoy ê sala 2003'an ji aliyê dewletê ve hat kuştin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi helbestan vedibêje.
- Konseya Hikumeta Gelên Xwecihî û Kongreya Neteweyî ya Gelên Xwecihî dewleta Tirk şermezar kir û berxwedana Efrînê silav kir.