ROJEVA 2'Ê GULANA 2020'AN

Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Komîteya Rêveber a PKK’ê ya ku têkildarî Şehîdên Meha Gulanê daxuyaniyek nivîkî da got: “Hevrê Hakî Karer di salvegera 43’an a şehadetê de bi rêzdarî, heskirin û minet bibîr tînin, di şexsê wî de li ber bîranînên şehîdên xwe yên leheng rêz digirin.”

Tevî ku navendên hilberîna Masîpehnik (kefal) di bin parastinê de ye jî, ji ber avakirina navendên ji bo xwedîkirina qazan ên ji aliyê dewletê û rayedarên wê ve dibe sedemê nifşên Masîpenikan tine bibin.

Pisporê siyasetê Niyaz Hamîd diyar kir ku mîna ku dest daniye ser hikûmetê, YNK û Goran jî bê fraksiyon û Parlemento jî mîna ku formalîte maye lê PDK ketiye destê dewleta Tirk.

Nîjerya ya li Efrîqayê di warê aboriyê de herî pêş e, bi encamên giran ên hinaredekirina petrolê re rû bi rû ye.