ROJEVA 2'Ê ADARA 2021'Ê

Sernavên sereke yên nûçeyên ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhat destnîşan kir ku îsal jî wê di 8'ê Adarê de lêpirsîneke radîkal li sîstemê bê kirin û got, "Cewhera pîrozbahiyê, serhildan e. Hesabpirsîna ji sîstemê ye."

Parêzer Rûşen Seydaoglû bal kişand ser nêzîkatiya sîstema hiqûqa Tirk a di dema tundî û komkujiya jinê de û got, "Di vê hiqûqê de ku bi destê dewletê hatiye afirandin, bingeha tundiya li dijî jinê tê avakirin."

Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) di navbera 21-28'ê Çileyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdariya 93 delegeyan konferansa xwe ya 7'an li dar xist.

Hevserokê TUHAY-DER a Wanê Kûdret Temel bal kişand ser êşkenceya bi rengê lêgerîna tazîkirî ya li girtîgehên Tirkiyeyê û destnîşan kir ku li girtîgehên Wanê jî bûyerên bi vî rengî timî diqewimin.

Endamê Meclîsa Şehbayê Mihemd Wês ku ji pêkhateya Ereb e destnîşan kir ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya rizgariya ji aloziyê ye.

Hejmara Sibatê ya rojnameya Serxwebûnê bi sernavê "Serketina Garê tarîtiya 15'ê Sibatê têk bir" hate weşandin.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku ji aliyê çandî ve xwedî dewlemendiyeke mezin e, polîtîkayên asîmîlasyon û parçekirinê yên rejîmê dewam dike.

FED-KURD wê ji bo Halîl Şen ê ku di salvegera komploya navneteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji bo şermezarkirinê bedena xwe da ber agir, di 3'ê Adarê de saet 14:00 li ber NCDK a Dresdenê merasîmê li dar bixe.

KON-MED'ê ji bo merasîma ji bo welatparêzê Kurd Halîl Şen bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Anders Osterberg helwesta neyînî ya Buroya Koçberan û Polîsê Ewlekariyê ya li dijî Kurdan xist rojeva meclîsê.

Qenal Youtube ya KCDK-E'yê KCDK-TV 3'ê Adarê roja Çarşemê li gorî dema Brukselê saet di 19:00 de bi bernameya "Şopa Heqîqetê" dest bi weşanê dike.

Gelek zanyar û doktorên li Ewropayê hemfikirin ku kêmbûna aktîvîteyên hunerî yên ji ber şewbê, mejiyê mirovan ji fêdeyê bêpar maye.

Ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê ya îsal, ji Donald Trûmp heta Greta Thûnberg, ji lîderên muxalîf ên Rûs û Belarûsê heta tevgera 'Jiyana Reşikan Girîng e' zêdeyî 300 nav hatine pêşniyarkirin.

Li gel metirsiya xelayê ya li ser bi milyonan mirovên li Yemenê, gelek welat alîkariyeke têrker naşînin. Neteweyên Yekbûyî nerazîbûn nîşanî vê yekê da.