ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Kanûna 2019'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên werin şopandin.

Ji Fermandarên QSD'ê Akîf Hesekê: Armanca me ew e ku li ser bingeha parastina rewa dawî li vê dagirkeriyê bînin. Bêguman em ê bi gelên herêmê re dawî li vê dagirkeriyê bînin.

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Demokratîk Luqman Ehmê got, "Yên li pêşberî kiryarên dewleta Tirk bêdeng dimînin hevparê vî sûcî ne."

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag bal kişand ser mîrate û kevneşopiya HDP'ê û destnîşan kir, ku tevî operasyonên qirkirina siyasî jî wê serî netewînin. Dag got, "AKP wê biçe, lê em li vir in."

Ji 270 milyon koçberên li tevahiya dinyayê bi dehan milyon koçber di nava şert û mercên giran de neçar tên hiştin ku bixebitin. Koçber di pêşvebirina welatên bi pêş dikevin de di rêza destpêkê de ne.

Nûnerê Taybet ê Serokê DYE'yê Donald Trûmp Zalmay Khalîlzad ji bo pêşvebirina danûstandinên bi Talîbanê re careke din çû Kabîlê.