ROJEVA 19'Ê GULANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir ku gelê Kurd ê bi sedan sal in berdêlan dide cara yekê ye ku di vê astê de bi hesta hevpar tevdigere û destnîşan kir, bêşert divê yekîtiya neteweyî bê afirandin.
Partî û saziyên Kurdan ên li Ewropayê li ber desteserkirina şaredariyên HDP'î rabûn û li dijî desteserkirina îradeya gel banga berxwedan û têkoşînê kir.
Bûyerên ku sala dawî li Wanê diqewimin pirsa "Gelo hêzên tarî ji nû ve ketine dewrê" xist mejiyê mirovan. Hevserokê HDP'ê yê Wanê Okkeş Kava û wekîla Wanê Mûazzez Orhan gotin, bingeh ji kuştinên 'kiryar nediyar' re tê amadekirin.
Liv û tevgera çeteyên Îslamîst ên tundrew ku dema dawî li bakurrojavayê Nîjeryayê zêde bû, fikar tê kirin ku herêm di navbera herêma Sahel û Gola Çadê de ji bo çeteyan bibe mîna pirekê.
Li gorî lêkolînên dawî, ya ku li ser rûyê Marsê diherike û beriya niha dihate texmînkirin ku lav e, eşkere bû ku herî ye.