ROJEVA 18'Ê GULANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Gulana 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Gulana 2020'an.
Çîroka tîpên Kurdî yên ji aliyê Ferhat Kûrtay ve hatin nivîsandin, çîroka bi êş a Malbata Kûrtay û wêneyên wî yên nayên zanîn...
Alîkarê Hevserokên HDP'ê Tûncer Bakirhan bal kişand ser desteserkirina şaredariyan û destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê êrişê dibe ser her tiştên bi navê Kurdan.
Li Sûriyeyê ku 9 sal in di nava şer de ye, niha jî şerekî aboriyê li ber derî ye. Li gorî çavdêrên siyasî û ekonomîstan DYE wê 'çeka aboriyê bi kar bîne', Rûsya jî 'berê vê çekê dide Îranê'. Rêya çareseriyê jî Rêveberiya Xweser tê nîşandan.
Me şahidî ji rojeke gerîla re kir. Rojeke bi ken û kedê dagirtî. Gerîla di her kêliya ku kedê dide de rû li ken e. Dema ku gerîla dikene nava çavên wan dibiriqîne.
Helga Gudmundsdottir a 103 salî ku li Îzlandayê dijî, piştî ku heq ji grîba Spanî derket a sedsala derbasbûyî, beriya çend rojan Covîd-19 jî têk bir.