ROJEVA 17'Ê HEZÎRANÊ YA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Hezîrana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.

- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.

- HDP'ê ku di hilbijartina 2015'an de bi rêjeya 56.73 li Îdirê 53 hezar û 844 deng bi dest xist, her du wekîlên bajêr wergirt. HDP niha jî bi Dr. Habîb Eksîk û Kiznaz Turkelî ya Azerî xwe kar dike ku careke din rekorê bişikîne.

- Li pêşberî me qada Şehîd Bêrîtan heye. Aliyekî wê hê bi berfê girtî ye, aliyê din jî zûdeyî bi rengê biharê xemilî ye. Ne ez karim qala vê bedewiyê bikim, ne jî kesekî nebîne kare fêhm bike.

- Endamê Desteya Rêveber a Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê Ozan Çagan diyar kir ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê wê çarenûsa Tirkiyeyê diyar bike û bang li hemû Elewiyan kir ku dengê xwe bidin HDP'ê.

- Dengdana li Ewropayê piştî 3 rojan diqede. Ciwanan diyar kirin ku di 3 rojên dawî de divê her kes dengê xwe bidin û işare bi girîngiya serketina HDP'ê kirin.

- Dengdana li Brukselê berî du rojan dest pê kir. Muşahîtên HDP'ê gotin, ew hîn negihîştin armanca xwe û bang li dengdêran kirin ji bo biçin ser sindoqan.