ROJEVA 17'Ê GULANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Gulana 2020'an.

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez diyar kir, mejiyê ku di serdema navîn de jin weke "pîrhebok" bi nav dikir, di vê demê de bi her awayî zextê li jinan dike û got, "Zîhniyeta nêr a ku jinan qetil dike, hîn jî ji aliyê dadgehan ve tê parastin."

Serokê ÇEV-DER a Wanê Alî Kaçilik nerazîbûn nîşanî HES'an da yên li Geliyê Zîlan tên çêkirin û got, "Mîna Heskîfa dîrokî divê bendê danînin pêşiya çemê Zîlanê. Dîrok û xwezaya me divê neyên qetilkirin."

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê ekolojîst Onder Algedîk têkildarî bandora kapîtalîzmê ya li ser vîrûsa koronayê got, "Kapîtalîzm dixwaze mirov û xwezayê talan bike. Maskeyek jî hilneberandin."

Li gorî lêkolîneke ku li DYE'yê hate kirin, mezintirîn volkana mertal a cîhanê li Hawaîî ye.