ROJEVA 17'Ê ADARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Çalakiyên ji bo Newroza 2024'an li Kurdistanê û derveyî welat bêne lidarxistin, wê werin şopandin.
- KCK'ê cejna Newrozê pîroz kir û got, "Berxwedana gelan wê zilma Dehaq ên zalim teqez têk bibe. Berxwedan û azadiya gelan wê bi ser bikeve."
- Kampanya hilbijartinên xwecihî ya DEM Partiyê wê bê şopandin.
- Li Îdirê ku yek ji bajarên jiyana hevpar a gelan e, DEM Partî li dijî tifaqa dewletê tevlî hilbijartinê dibe. AKP jî bi rêya fen û fûtan dixwaze bi ser bikeve.
- Namzeta hevşaredariya Kerboranê ya DEM Partiyê Asya Gezer diyar kir ku wê feraseta şaredariya gel bixin meriyetê.
- Namzetê hevşaredariya Misricê ya DEM Partiyê Alî Riza Bîngol got, "Em ê dawî li talana qeyûm bînin û bi gelê xwe re navçeya xwe rakin ser piyan."
- Serokê Giştî yê CÎK'ê Hafiz Ahmet Tûrhalli anî ziman ku HUDA PAR li Kurdistanê ji bo armancên dewletê dixebite û got, "Vana olê ji bo xizmeta armancên xwe yên qirêj bi kar tînin."
- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya 24'ê Adarê Roja Şehîdên Enternasyonal wê lîstika Prometheûs bê lîstin.