ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû destnîşan kir ku divê bi serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' bersiv ji her cûre kuştinan re bê dayin û ji bo pêngava 10'ê Cotmehê jî got, 'Bi ruhê raperîn û avakirinê yê Rêber Apo em pêngavê mezin bikin."

Berxwedana gerîla ya ji Nîsana 2021'ê û vir ve tê kirin, bûye xwedî karakterekî xweser ê şer. Fermandarên gerîla ev yek weke 'Cara yekê ye li heman çepera şer berxwedaneke ewqasî demdirêj tê kirin' pênase kirin.

Hêvî Mîrzo got, "Bi qedandina Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Rojava ez ê li ser xaka xwe xizmetê ji gel û şoreşê re bikim. Ez ê bidim ser şopa bavê xwe yê şehîd."

Desthilatdariya AKP'ê ku sala 2013'an têkiliyên xwe yên bi Misrê re qut bû, li rojhilatê Derya Spî û Lîbyayê kete nava şerê berjewendiyên herêmî.