ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Hezîrana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Hezîrana 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.
- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.
- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.
- Wezîra Karê Derve yê Swêd Margot Wallstrom got 24’ê Hezîranê ew hêvî dikin ku li Tirkiyê hilbijartineke li gorî standartên navnetewî, dadmend û azad pêk were lê ji ber şertên Rewşa Awarte partiyên muxalîf nikarin bi heman şertan kampanya bikin.
- Serokê Federasyona Yekîtiya Elewiyên Swîsreyê Cem Bîtnel û Parlemeterê Partiya Sosyalîst Mûstefa Atinci bang li dengdêrên li Swîsreyê ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.
- Li Efrînê hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê didome. Dewleta Tirk û çeteyên wê ku heta niha bi sedan Efrînî revandine duh jî 60 kes revandin.
- Zanyarê dîn Abdulbarî Tiryakî got AKP Îslamê bi kar tîne û pê siyasetê dike û li dij vê helwest nîşan da, ‘’Erdogan mirovan bi dînê me yê paqij dixapîne. Li dijî vê divê êdî em şiyar bin.’’
- Hasan Atasever ê 82 salî ku li Kolnê her kes jê re dibêje ‘’Apê Şekir’ ji bo ku ji AKP’ê xilas bibin bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin HDP’ê.
- Hatîmogûllari işaret bi hilbijartina pêşwext a 24'ê Hezîranê kir û got, "AKP-MHP bêyî guh bide gel, li gorî kêfa dilê xwe biryara hilbijartinê dan. Ji bo krîza aborî a li Tirkiyeyê di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar bînin, biryara hilbijartinê dan."
- Serokê Partiya Çepgir a Swedê Jonas Sjöstedt got, li Tirkiyeyê hêza ku Erdogan rawestîne tenê HDP ye, bang li hilbijêra kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP’ê.