ROJEVA 15'Ê ADARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Adara 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û diyar kir, çareseriya rasteqîn a pirsgirêkên siyasî hemûyan li Îmraliyê ye.

- Parlamenterên HDP'ê Tayîp Temel, Mûrat Sarisaç û Dersim Dag ên di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne ji bo Newrozê peyam dan û gotin: "Wê bi ruhê agirê berxwedanê dawî li tecrîdkirina Ocalan bê."

- Gerîlaya YJA-Starê Arîn Koçer Dêrik: Ez bi resman hîsên xwe der dikim. Dema ku ez resman çêdikim bi pênivîsa xwe hîsên xwe der dikim û têdikoşim.

- RJAK'ê peyameke piştgiriyê da Leyla Guven û diyar kir, "Wêrekiya we hêz û moralê dide me, jinên Başûrê Kurdistanê. Tu bû dengê dilsoziya azadiyê ya jinan."

- Piraniya çeteyên DAÎŞ'ê yên li Baxozê teslîmî QSD'ê bûn ji komarên Tirkî ne. Xuya ye Tirkiye polîtîkaya bicihbûnê ya Osmaniyan li Sûriyeyê bi rêya kesên ji komarên Tirkî bi rengê 'destpêkê bi cih bibe piştre dagir bike' bi cih tîne.

- Dikanên ku li Erdîşê ji bo esnafên di erdheja 2011'an de dikanên wan xera bûn hatin çêkirin, diviyabû bê pere ji esnafan re bihata dayin. Lê belê TOKÎ van dikanan difiroşe.

- 'Platforma jiyanê ya li dijî tecrîdê' wê li paytexta Elmanya Berlînê li dijî tecrîdê çalakiya 24 saetan pêk bîne.